Şandeya Partiya Sûriye Pêşerojê li Minbicê hat armanckirin

Berî çend kêliyan, artêşa dagirker şandeya Partiya Sûriye Pêşerojê li Minbicê kir armanc..

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker, şandeyeke Partiya Sûriya Pêşerojê ku serdana şervanên li eniya el-Cat dikir, armanc kir.

Duh jî heman çavkaniyê diyar kir ku ev du roj in, artêşa dewleta Tirk a dagiker û hovên xwe gundê El-Hoşeriyê yê Minbicê dikin armanc.

Li gorî Navendê, dagirkeran ji baregeha xwe yê li gundê Qîratê yê bakurê Minbicê, vê gundî topbaran dikin.

Her wiha dagirkeriyê, şevê din dereng, bi topan navenda navçeya Til Rifetê, gundên Bêlûniyê, Şêx Îsa û Eyn Deqnê yên herêma Şehbayê topbaran kirin.

Back to top button