Pêşmergeyên Dêrîn diyarkirin ku biryara rawestandina çalakiyan ya PKK’ê helwestek mirovî û bi nirxe. PKK’ê her dem helwesta aştiyane ya gelê Kurd nîşanî dewleta Tirk daye.
Pêşmergeyên Dêrîn yên parêzgeha Hewlêrê Ebdula Cêgîr qala giringiya rawestandina çalakiyan kir û wiha axivî:
” PKK’ê her dem helwesta aştiyane ya gelê Kurd nîşanî dewleta Tirk daye.
“Biryara rawestandina çalakiyan a PKK’ê di demek wiha de helwestek exlaqane û şoreşgerane ye.
Divê gelê Kurd di demek wiha de yekgirtî û yekdeng be.
Pêwîstiya gelê me bi alîkariya me heye”
Di derbarê heman mijarê de Pêşmergeyê Dêrîn Ferhad Mentik jî diyar kir ku biryara rawestandina çalakiyan ya PKK’ê helwestek mirovî û bi nirxe û got:
“PKK hertim rêyên aştî nîşan daye lê dewleta tirk di şer de israr dike û piştî vê bangê jî êrişên xwe didomîne.