Şahoz Hesen: Divê partiyên Kurdî li dijî dagirkeriyê bibin yek

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker bang li Partiyên Kurdî kir ku bibin yek û xizmeta destkeftiyên gelê xwe bikin.

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê li bajarokê Rimêlanê civînek lidarxist.

Di civînê de şêniyên Girkê Legê, Dêrik û Çil Axa amade bûn.

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen di axaftina xwe de rewşa dawî ya herêmê û girîngiya Yekîtiya Kurdî anî ziman.

Şahoz Hesen diyar kir ku armanca yekemîn ya dewleta Tirk têkbirina gelê Kurd û destkeftiyên wê ne û divê gelê Kurd li dijî van êrîşan deskeftiyên xwe biparêze.

Hevserokê PYD’ê di vê qoxana hesas de îşaret bi girîngiya Yekîtiya Kurdî jî kir û ev anî ziman:

Heta niha aliyên siyasî yên kurdî li hember dagirkeriyê ranewestiyan e. Em bang li wan dikin ku xizmetî gelê Kurd bikin û bi yekîtiya netewî li hemberî êrîşên dewleta Tirk bisekinin.”

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen her weha da zanîn ku ji bo lidarxistina kongreya yekîtiya netewî, weke PYD amade ne ku berpirsyariyên dikeve ser milê wan bi cîh bînin.

Leave a Reply

Back to top button