Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de rêze teqîn pêk hatin.
Li bajarê Cerablusê 2 motosiklêtên bombebarkirî teqiyan û di encamê de 5 kes birîndar bûn.
Li herêmên bakur û rojhilatê sûrî yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de li pey hev rêzeteqîn pêk tên.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li Cerablûsê 2 motosiklêtên bombebarkirî teqiyan û di encamê de bi kêmanî 5 kes birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku li gundewarên Babê jî motosîkletek bombebarkirî teqiya, lê ti kes zirar nedît.
Çavderiyê diyar kir ku li bajarê Izazê jî mayînek teqiya.