Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê daxuyaniyek da û tê diyar kir ku ew ê banga Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ya “rawestandina çalakiyên leşkerî” bi cih bînin.
NPG’ê anî ziman ku ji bilî parstina rewa ew ê tu pilansaziyên çalakiyan nekin.
Di derbarê erdheja 6’ê sibatê ku naveda wê Bakurê Kudistanê bû Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG’ê daxuyaniyek da
NPG’ di daxuyaniya xwe de anî aiman ku gelên Kurd, Tirk û Ereb bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan û hîna bi deh hezaran di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne.
Her wiha NPG’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe wiha got:
”Di van rojên bi êş de gelê me di nav êşeke mezin de ye. Em êşa gelê xwe hîs dikin. kêmkirina êşa gelên me, pêçana birînên wan erkekî mezin ê mirovî, wijdanî û exlaqî ye.
NPG’ê di daxuyaniya xwe de teqez kir ku divê hemû hêzên wan yên parastina cewherî û saziyên welatparêz, piştgiriyê bidin gel û ji bo alîkariyê bibin seferber.
NPG: Em ê banga KCK’ê ya rawestandina çalakiyan bi cih bînin
Navenda Parastina Gel NPG’ê diyar kir ku ew ê li ser banga Hevserokatiya Konseya Rêveber KCK’ê hemû çalakiyên xwe radiwestîn û got:
”Di çarçoveya banga ku Hevserokatiya me kirî de, emê hemû plan û pratîkên bi çalakî yên li bajaran rawestînin
Li dijî parastina rewa emê plansaziya ti çalakiyan nekin”
NPG: Em sersaxiyê ji malbatê qurbaiyan re dixwazin
Di dawiyê de NPG’ê ji hemû malbat û xizmên qurbaniyan re sersaxî,ji hemû birîndaran re jî şifaya lezgîn xwest.