Siyamend Mûînî: Li dijî vê tecrîda dermirovî cîhan xwe ker û lal kiriye

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê-PJAK’ê Siyamend Mûînî pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêbe Apo wekî giranbuha û bi nirx bi nav kir û got:
“Divê mirovahî û gelên cîhanê xwedî li pêngavê derkevin û li gorî pêvajoyê tev bigerin.
Rêber Apo bi paradîgmaya azadiyê ji tevahiya gelên bindest û gelê Kurd re çareseriyê derdixe holê.”

Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 10’ê Cotmehê de li Strasborgê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” destpê kir.

Pêngav li 74 navendên cîhanê bi awayekî hemwext hat ragihandin.

Tevlêbûna gelan û kesayetên navdar li Kurdistanê û li 6 parzemînên cîhanê dewam dike.

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê-PJAK’ê Siyamend Mûînî der barê pêngavê de ji ANHA’yê re axivî.

“Xwedîlêderketin pêwîstîyek e”

Siyamend Mûînî pêngav wek “giranbuha û binirx” bi nav kir û got:

“Divê mirovahî û gelên cîhanê xwedî li pêngavê derkevin û li gorî pêvajoyê tev bigerin.

Ji bo fêmkirina sedemên dîlgirtin û tecîda giran a li ser Rêber Apo, divê rol û kesayeta Rêbertî di nava guhertinên di serdema neolîberalîzmê de bê şîrovekirin û fehmkirin.

“Di kaosan de tecrîd girantir dibe”

Rêber Apo bi paradîgmaya azadiyê ji tevahiya gelên bindest û gelê Kurd re çareseriyê derdixe holê.

Bi van gotinan Mûînî diyar kir ku ev paradîgma ji aliyê hêzên hegemon ve wek astengî hatiye dîtin û got:

“Komploya Navneteweyî li dijî Rêber Apo ji ber wê hat kirin.

Di pêvajoyên kaosê de jî nahêlin Rêber Apo nêrîn û ramanên xwe bîne ser ziman, ji ber wê tecrîdê girantir dikin.

Li dijî vê tecrîda dermirovî cîhan xwe kor, ker û lal dike.”

Siyamend Mûînî: Tecrîd domandina pirsgirêkan e

Siyamend Mûînî destnîşan kir ku mifteya çareseriyê Rêber Apo ye û wiha bi dawî kir:

“Jixwe Rêber Apo bi rêya fikra modernîteya demokratîk wek alternetîfa çareserî, qonaxeke nû ji siyaseta herêmî û cîhanê re çêkir.

Azadiya Rêber Apo û pratîkkirina paradîgma wî mifteya çareseriya hemû qeyranên Rojhilata Navîn e.

Ji ber wê domandina tecrîdê tê wateya domandina dagirkerî, tundî, mezinbûna pirsgirêkên gelan, jîngeh û jinan.”

Back to top button