“Bi têkoşîna rêxistinbûyî bersiv ji tundiyê re tê dayin”

Ji Berpirsyarên Rêxistina Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Sara, Arzû Temo anî ziman ku Rêxistina Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Sara bi rêya perwerdeyan dixwazin têgihiştinekî di civakê de taybe jî jinan de pêk bînin.

Arzû Temo têkildarî Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê ji ANF’ê re axivî.

Arzû di derbarê kar û xebatên xwe de ev agahî da:

“Em li malan serdana jinan dikin, jin jî serdana navenda me dikin. Em bi rola piştevaniya jinan, zanekirina jinan, birêxistinkirina jinan tevdigerin.

Jinên ku pêşengiyê ji civakê re dikin ji aliyê dewleta tirk ve tên armanckirin.

Li gel gef, çavtirsandin û hewldanên serîtewandinê yên bi êrîşan hatin kirin jî jinan bi berxwedanê, bi têkoşîn û serhildanê bersiv dan.

Arzû bal kişand ser asta pirsgirêkên jinên li herêmên dagirkirî û wiha anî ziman:

“Tundiya li dijî jinê ya ji ber dagirkeriyê li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê di asta herî bilind de ye.

Têkoşîna me ya li dijî tundiyê wê dewam bike.”

Back to top button