Li Efrînê erebeyek bombebarkirî teqiya

Li têketina bajarê Efrînê yê dagirkirî erebeyeke bombebarkirî bi bendeke kontrolê ya çeteyan de teqiya.

Êriş doh li nêzîkî xaleke kontrolê ya daketina navenda Efrînê çêbûye.

Benda kontrolê ya çeteyên qaşo ′Polîsên Leşkerî′ yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker e.

3 çete hatin kuştin û 19 birîndar bûn

Li gorî agahiyên destpêkê di encama teqînê de 3 çete hatin kuştin û 19 jî birîndar.

Heta niha kes an jî aliyekî berpirsyariya êrişê hilnedaye ser xwe.

Efrîna Rojavayê Kurdistanê Adara 2018an ji aliyên dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatibû dagirkirin.

Back to top button