Li Lefkoşyayê qedexeya PKK’ê ya li Almanyayê hate şermezarkirin

Kurdistaniyên li Qibrisê û dostên wan li ber konsolosxaneya Almanyayê ya li paytext Lefkoşyayê qedexeya li dijî PKK’ê şermezar kirin.

Çalakvanên ku li ber Wezareta Karên Hundir li hev civiyan, bi dirûşmeyan heta nûnertiya Almanyayê meşiyan.

Çalakvanan meş li ber konsolosxaneya Elmanyayê veguherandin mîtîngê û li vir daxuyanî û axaftin kirin.

Rojnamevan Giorgos Tattis danezana bi Yewnanî xwend û Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat axaftina vekirinê kir.

Serhat balkişand li ser hevkariya dewleta alman bi tirkiyê re û got:

“Dewleta Elman polîtîkayên dewleta Tirk a faşîst pêk tîne. Bêyî hincet siyasetmedarên Kurd darizîne û bi salan ceza dike. Ji xwe yekemar li ser daxwaza tirkiyê dewleta ku PKK’ê xist lîsteya terorê Almanya ye.”

Di dawî de Serhed bang li Almanya kir ku PKK’ê ji lîsteya terorê derxîne û dawî dijminatiya bi kurdan re bîne.

Li Londonê qedexeya PKK’ê hate şermezarkirin

Back to top button