Li Londonê qedexeya PKK’ê hate şermezarkirin

Kurdistaniyên li londonê li dijî qedexeya li ser PKK’ê derketin û gotin:
Divê PKK ji lîsteya “rêxistinên qedexekirî” bê derxistin û gotin, “PKK rûmeta mirovahiyê ye, nabe bê qedexekirin!”

Di çalakiya ku li ber konslosxaneya Almanyayê de hate li darxistin de hevserokê Meclîsa Gel a Kurd Aso Kerîmî li ser navê KCDK-E’yê daxuyanî xwend.

Aso diyar kir ku ji bo pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk were çareserkirin divê qedexeya PKK’ê bê rakirin û got:

“Divê qedexeyên li Elmanyayê ên li ser PKK û rêxistinên din ên Kurdan rabin û ji lîsteya terore ya EU’yê derbikeve.”

Piştî axaftina Aso ji Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal axivî û evtişt anî ziman:

“Em Kurd in û PKK em in. Hûn nikarin me terorîst îlan bikin. Hûn nikarin PKK’ê ku ji bo rûmeta me canê xwe daye qedexe bikin”.

Li Elmanyayê bi hezaran kes li dijî qedexeya li ser PKK’ê meşiyan

Back to top button