“Em weke hêzên cîhanî çareseriyê di fikrê birêz Ocalan de dibînin”

Li bajarê Basel ê Swîsreyê Rêxistinên ji Afrîka, Ewropa, Amerîkaya Latîn û Asyayê piştgiriya xwe ya ji bo pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ragihandin.

Konferansa ku li bajarê Basel ê Swîsreyê ji aliyê Akademiya Modernîteya Demokratîk ve bi dirûşma “Hunera Azadiyê – Rêxistinbûn û Stratejiyên Berxwedana Kolektîf” hat rêxistinkirin.

Di konferansê de krîza modernîteya kapîtalîst, rêyên çareseriya krîzê û perspektîfên çareseriyê hat nîqaşkirin.

Danê êvarê rêxistinên ku beşdarî konferansê bûne bi daxuyaniyek piştgiriya xwe ji pêngavê re ragihandin û gotin:

“Em weke gelên ji parzemîn û welatên cuda piştgiriya xwe ji bo vê kampanyayê radigihînin.

Tecrîda ku îro li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan tê meşandin, di heman demê de israra di çaresernebûna pirsgirêka Kurd de ye.

Em hêzên ku li parzemînên cuda xwe birêxistin kirine, paradîgmaya modernîteya Demokratîk a Birêz Ocalan weke çavkaniyeke girîng a îlhamê dibînin.”

Li Fransayê ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo çalakî

Back to top button