HPG: Li herêma Avaşînê 3 gerîla bi xaza jehrî şehîd bûn

Berxwedana gerîlayên azadiyê ya di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de roj bi roj mezin dibe.

HPG’ê diyar kir li qada Werxelê ya Avaşînê 3 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin û got li qada Girê Sor jî 3 gerîla bi xaza jehrî ya ku dewleta Tirk bi karanî şehîd bûn.

HPG’ê got li herêma Zapê jî artêşa Tirk leşkerekî xwe yê ku dixwest teslîmî hêzên gerîla bibe, kuşt.

Li herêma Avaşînê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk ya dagirker de şerekî giran diqewime.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dagirkeran û berxwedana gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir li dijî êrişên dewleta Tirk ya ku ji 23’ê Nîsanê ve dewam dike gerîlayên azadiyê berxwedaneke bi tîpên zêrîn li dîroka têkoşîna azadiyê nivisandine.

HPG’ê derbarê berxwedana ku li herêma Avaşînê tê kirin ev agahî parve kir,

“Artêşa Tirk ya dagirker ku tevî hemû rêbazên şer ên dermirovî û qirêj nikaribû encamê li hember berxwedana gerîla bi dest bixe, sûcê şer didomîne.

Artêşa dagirker 3’yê Îlonê li dijî hevrêyên me ku li Girê Sor rê nadin dagirkeriyê û bi vîn û rihê berxwedanê ya Apocî şer dikin bi rengekî zêde çeka kimyewî bi kar anî.

Di encama van êrîşên bi çekên kimyewî yên nemerdane yên artêşa Tirk ya faşîst de 3 şervanên me yên azadiyê şehîd bûn.

Agahiyên nasnameyê yên şehîdên me yên leheng piştre bi raya giştî re wê werin parvekirin.”

HPG: Li qada Werxelê 3 leşkerên tirk hatin kuştin

HPG’ê diyar kir 14’ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Werxelê hêzên dagirker dema ku xwestin bi pêş ve biçin hêzên gerîla ji du baskan ve bi rengekî serketî derb li wan xistin.

HPG’ê da zanîn di encama van çalakiyan de 3 leşkerên Tirk yên dagiker hatin kuştin.

Hat diyar kirin piştî vê çalakiya serkeftî ya Berxwedêrên Werxelê artêşa Tirk ya dagirker derengiya şevê bi helîkoptêran windayên xwe rakir.

HPG’ê da zanîn heman rojê careke din artêşa Tirk ya dagirker bi xazên kîmyewî û çekên giran Qada Berxwedanê Werxelê bombebaran kir.

Artêşa Tirk li herêma Zapê leşkerekî bi navê Sezaî Gungor kuşt

HPG’ê diyar kir 10’ê Îlonê li herêma Zapê leşkerekî Tirk yê ku xwest xwe teslîmî hêzên gerîla bike, dagirkeran ev leşker kirin hedef û lê reşandin û wiha got,

“Ji bo ku ev leşker bi saxî were xilaskirin hêzên me bi dagirkeran re şerekî giran kirin û di encamê de hevrêyekî me birîndar bû. Piştre artêşa Tirk a dagirker qada ku leşkerê dixwest teslîm bibe lê dima bombebarankirin.

Leşkerê ku navê wî Sezaî Gungor e, ji ber guleyên artêşa Tirk û bombebaranê beriya ku bigihije hêzên me hat kuştin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 14’ê Îlonê gundê Rênçbiraxa yê herêma Zapê, derdora gundên Kanî Masî yê bi ser Amêdiyê, gelek qadên herêma Metîna û qadên Werxelê û Gelîyê Basya yê Avaşînê bi hawan û helîkopteran hatin bombebaran kirin.

Back to top button