Hêzên hikûmeta Şamê careke din çete li gundewarê Idlibê topbaran kirin. Li Sehil Xab ê bakurê Hemayê jî her aliyan êrîşî hev kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku hêzên hikûmeta Şamê piştî nîvê şevê çete li gundê El-Bara, Kensefre, Sifûhin, Fitêre û Filêfil ên gundewarê Idlibê yê başûr topbaran kirin.
Li bakurê Hemayê jî şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan de dewam dike.
Li aliyê dorhêla gundê Sermaniyê şer û pevçûn di navbera her du aliyan de derket.
Derbarê kuştî û birîndaran de ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.