Ronahiya Bakur, li gelek welatan hat dîtin

Ronahiyên Bakur careke din li çar aliyên cîhanê dîmenek hate dîtin.
Ev rengînî ji aliyê gelek welatan ve hatiye dîtin.

Ronahiya Bakur ku bi navê “Aurora Borealis” tê zanîn, gelek welatên mîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîka DYA, Kanada, Îngîlîstan, Hungariya û Ukrayna derket holê.

Li Tirkiyê jî bikarhênerên medya civakî wêneyên asîmanê ku rengê pembe, sor û keskê xemilandî parvekirin.

Pisporên rojê dan xuyakirin dawiya heftê ji ber bahozeke jeomanyetîk ku dikare cîhanê bandor bike li gelek cihan dikarin Ronahiya Bakur temaşe bikin.

Ronahiya Bakur a ji pêlên kesk û sor pêk tê, ji ber texrîbata qada manyetîk ê cîhanê, di paralelên bilind an jî kêm de bi saetan tê çavdêrkirin.

Ew ronahî li qutbên bakur û başûr ên seriyê manyetîk ên cîhanî bêtir tê dîtin.

Perçeyên ku weke bayê rojê tê zanîn piştî bi mîlyonan kîlometir şunda dawiyê digihêje Cîhanê.

Piştre jî ji aliyê qada manyetîk ê Cihanê ber bi qutban ve tên beralîkirin.

Li gor molekulên gazê yên ku ew di kîjan tebeqeya atmosferê de rûbirû dibin, ew rêjeyên cûda yên enerjiyê wekî dirêjahiya pêlên ronahiyê derdixin.

Ev yek dibe sedema ku oksîjen rengê kesk û nîtrojen jî rengê sor derxîne.

Her çend carinan ji ber qirêjiya ronahiyê girtina vê rêze rengan dijwar e, lê kamera an têlefonên gelek kesan ji çar aliyên cîhanê şeva Yekşemê karîbûn Ronahîyên Bakur bikşînin.

Fîzîknas û stêrnasê navdar ê Îtalî Galileo Galilei di sala 1619’an de têgîna “Aurora Borealis” derxist.

Ev nav ji îlhama xudayê berbangê Aurora û ya bayê Boreas ya li gorî mîtolojiya Romayê hatiye girtin.

Tê texmînkirin ku qeyda yekem a Ronahiya Bakur 30 hezar sal berê li ser dîwarên şikeftek li Fransayê xuya bûye.

Back to top button