Tîmên gerok ên gerîlla li hêzên artêşa Tirk dan. Di çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin. Pergala kamereyên şopandinê hat rûxandin û derb li helîkopterekê hate xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama çalakiyên gerîlla raya giştî agahdar kir.
Li gorî vê,
- Li herêma Xakûrkê
12’ê Tîrmehê li dijî hêzên artêşa Tirk ên li dora Girê Şehîd Şahan bicih bibûn çalakî pêk hat.
Hêzên Tirk ji ber serdegirtina gerîlla, gir vala kirin, çeperek û kamereayek şopandinê hatin rûxandin û du cihazên UPS hatin desteserkirin.
- Li herêma Zapê
12’ê Tîrmehê li derdora Qada Şikefta Birîndaran hêzên dagirker dema hewl didan çeperan çêbikin, bûn armanca lêdana gerîlla.
Di encamê de derb li erebeyeke çêkirina rê hate xistin û ji ber bersivdayîna gerîlla, hewldana leşkeran hat rawestandin.
- Li herêma Metîna
12’ê Tîrmehê li qada Girê Amediyê, çeperên şer 2 caran bi teqemeniyên kîmyewî hatin bombebarankirin.
Gerîlla bersiv da dagirkeran û di encamê de 2 leşker hatin kuştin.
Heman rojê li Girê Cûdî jî çeperên şer 6 caran bi teqemeniyên kîmyewî hatin bombebarankirin.
Komên sekvan ên gerîlla li dagirkeran dan û di encamê de leşkerek hat kuştin ên mayî jî neçar man paşde biçin.
Li Qada Girê FM jî helîkoptereke artêşa Tirk dema xwest herêmê bombebaran bike, bû armanca lêdana gerîlla.
Di encamê de derb li helîkopterê hate xistin û ji qadê dûr ket.
Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk 20 caran bi teqemeniyên kîmyewî,
7 caran bi balafirên şer û 18 caran jî bi helîkopteran Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin.



