Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe ku dema pêkanîna erkên xwe yên leşkerî de şehîd bûn, eşkere kir. Navendê sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan wan da.
Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê û tevgerên şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî, hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi lehengî bersiva êrişan didin û planên şaneyên DAIŞ’ê li herêmê têk dibin.
Di oxira vê yekê de, gelek şervanên QSD’ê dighêjin asta şehadetê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên xwe ên ku li bajarê Hesekê şehîd bûne eşkere kir.
QSD’ê ragihand ku her 3 şervanên wan dema pêkanîna erkên xwe yên leşkerî de şehîd bûn.
QSD’ê lehengî û berxwedana her sê şehîdên xwe bi bîr xist û fedekariya wan a di çeperên şer de anî ziman.
QSD’ê di dawiyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya û pêkanîna armacên wan da.
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:
Merwan Ibêd Elî bi nasnav Alan Girê Spî 11’ê tîrmeha 2022 li Hesekê şehîd bû.
Merwan Ibêd Elî
alan Girê Spî
11 Tîrmeh 2022-Hesekê
Ehmed Sebrî Mislim bi nasnav Can Şêr 11’ê tîrmeha 2022 li Hesekê şehîd bû.
Ehmed Sebrî Mislim
Can Şêr
11 Tîrmeh 2022-Hesekê
Mihemed Ebdelah Nedam bi nasnav Egîd Hesekê 9’ê tîrmeha 2022 li Hesekê şehîd bû.
Mihemed Ebdelah Nedam
Egîd Hesekê
9 Tîrmeh 2022-Hesekê