Li Endonezya barana zêde careke din cenaze û windahî li pey xwe hiştin.
Ji ber lehiya li Grava Cava 5 kes mirin û 4 jî winda bûn.
Li gor agahiya ku ji aliyê Ajansa Afetê ya Neteweyî ya Endonezyayê (BNPB) ve hat dayîn, li Kota Batuya navçeya Javayê ji ber barana zêde 5 gund di bin avê da man.
Cîgirê Berdevkê Ajansê Abdul Muharî diyar kir ku cenazeyên 5 kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dane hatine dîtin û 4 kes jî winda ne.
Muharî diyar kir ku ji bo kesên winda xebatên lêgerîn û xilaskirinê dane destpêkirin.
Di çalakiyên ku ji duh ve dewam dikin de 5 kes hatin xilaskirin.
Her wiha ji ber şemitîna axê, rê hatine girtin û ev yek ji dibe sedema ku xebatên alîkariya lezgîn dereng bikeve.
Di karaseatê de gelek xanî û wesayît jî zirar dîtine.
Ji rêveberên ajansê Ganîp Warsîto diyar kir ku tê payîn barana zêde heta meha Sibatê bidome.
Li Endonezyayê ji ber barana demsalî lehî û şimitîna axê pir zêde rûdidin.
Li gor daneyên Rêveberiya Afatên Xwezayî, 125 milyon kes li herêmên ku metirsiya şimitîna axê heye dijîn.Endonezya..ji ber lehiya li grava java 5 kes mirin