Nîjer..Di êrişa li herêma Banibangou de 60 kes hatin kuştin

Nîjer û careke din êrişek mîna komkujiyê.
Li herêma Banibagou ya dikeve başûr rojavayê Nîjerê komeke çekdarê êrişek pêk anîn.
Serokê şaredariyê jî di nav de bêtirî 60 kes hatin kuştin.

Rêveberiya bajar di daxuyaniyekê de ragihand ku heta niha ti zanyariyên zelal derbarê êrîşê de nînin û ti kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.

Rêveberan destnîşan kir ku di dema serdegirtinê de li bajêr şer rûdaye û di encamê de êrişkar hatine kuştin.

Tê texmînkirin ku êrîş ji aliyê rêxistina terorê ya herêmî ya girêdayî rêxistina terorê DAIŞ’ê ve hatiye kirin.

Li aliyê din hat diyarkirin ku îsal li herêmên sînorî yên başûrê rojavayê Nîjerê di êrîşên li dijî sivîlan de zêdeyî 530 kes mirine.

Ev dane li gorî êrişên kujer yên li ser herêmê li gorî sala 2020’an 5 qat zêdetir bûye.

Back to top button