Li Sûdanê êrişî bazarê hat kirin: Bêtirî 20 kes mirin

Li Sûdanê ku ji meha Nîsanê ve şerê deshilatdariyê pêk tê de, êrişî navenda bazar hate kirin.
Di êrişa li herêma Omdûrmanê qewimî de bêtirî, 20 sivîl mirin.

Li gorî daxuyaniya çapemeniyê ya Komîteya Parêzeran a Alîgirê Demokrasiyê, ku binpêkirinên mafên mirovan ên di şer de qeyd dike, di şerê giran ê navbera herdu aliyan de top li bazarekê ket.

Li gorî nûçeya AFP’ê di bûyerê de ku li herêma bi 200 kîlometreyî dûrî paytext Hartûmê de bêtirî 20 sivîl mirin, gelek jî birîndar bûn.

Ji 15’ê Nîsanê ve artêşa general Ebdulfettah El Bûrhan û Hêzên Piştevaniya Bilez ên general Mûhammed Hamdan şer dikin.

Li gorî texmîna saziyên sivîl ên civakî di vî şerî de bêtirî 9 hezar kes mirine.

Neteweyên Yekbûyî jî diyar kir ku ji destpêkirina şer ve 4,5 milyon kes ji cihê xwe koçber kirine.

Hate ragihandin ku binesaziya welêt ji ber şer xera bûye.

Back to top button