Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 73 kesên din bi Coronayê ketin, 10 jî mirin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku di 24 seatên dawî de 10 kes bi corona jiyana xwe ji dest dan. Meclisa Girê Spî jî pakêtên alîkariyê li xelkê navçeyê belav kirin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku 73 kesên din bi Coronayê ketine û 14 kes jî baş bûne.

Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 16 hezar û 184 kes bi Coronayê ketine, 615 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 654 kes jî baş bûne.

Meclisa Girê Spî pakêtên alîkariyê belav kirin

Nivîsgeha Kar û Barên Civakî ya meclisa kantona Girê Spî îro hezar paketên xwarinê li malbatên hewcedar ên li navçe û bajarokên girêdayî Girê Spî belav kirin.

Hevserokê nivîsgehê got wê li Silok, El-Cirin, Eyn Îsa, gundên Ebû Xerze û El-Hişiyê werin belavkirin.

Back to top button