QSD’ê bîlançoya êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê û çalakiyên bersivdayînê ya sala 2023’an eşkere kir.
Li gorî bîlançoyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di sala 2023’an 798 caran êrişî herêmê kirin.
QSD’ê jî di çarçoveya parastina rewa de 143 operasyon li dijî dewlet Tirk û çeteyên wê li dar xist.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Suriyeya Demokratîk QSD bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û bilançoya çalakiyên parastina rewa yên sala 2023’an eşkere kir.
Hate diyarkirin sala 2023’an dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên xwe li dijî herêmê dewam kirin û çeteyên girêdayî Hikûmeta Şamê jî li Dêra Zorê êrîşî gelek bajarokan kirin.
Hat diyar kirin ku hêzên QSD’ê jî li Minbic, Eyn Îsa, Til Temir û Zergan bersiva êrişan dane, li Dêrazorê jî parastina rewa pêş xistiye û ewlekarî pêk aniye.
Li gorî bîlançoyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di sala 2023’an de 798 caran bi çekên giran, balafirên şer û balafirên bêmirov êriş pêk anîne.
Têkildarî çalakiyên ku hêzên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de pêkanîne ev agahî hatin parvekirin:
143 çalakîyên bi operasyon, çekên giran û sekvaniyê hatin lidarxistin.
Di çalakiyan de 52 leşkerên dagirker ên Tirk, 185 çete hatin kuştin.
91 leşkerên Tirk, 204 çete jî birîndar bûn.
QSD’ê ragihand ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de, 11 jê zarok 39 kes şehîd û 83 kes jî birîndar bûn.
QSD’ê eşkere kir ku di berxwedanên dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û êrîşên çeteyên Hikûmeta Şamê û qezayan de 173 şervanên wan şehîd û 15 jî birîndar bûn.
Erîşên dagirkeran ên di nava 2023’yan de li dijî sivîl û binesaziya herêmê di bîlançoyê de wiha hatine rêzkirin:
- Di meha Nîsanê de artêşa Tirk a dagirker gundên Til Temir topbaran kir, ji heman malbatê 3 sivîl şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.
- Meha Tebaxê artêşa dagirker gundekî navçeya Siluk topbaran kir, 3 sivîl şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.
Balafirek bêmirov ya dewleta Tirk li ser rêya Qamişlo-Amûdê erebeya Jin TV bombebaran kir xebatkareke Jin TV şehîd bû û rojnamevanek birîndar bû.
- Meha Îlonê dagirkeran gundên Minbicê topbaran kirin, 4 zarok şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.
- Meha Cotmehê, gundênTirbespiyê û Eyn Îsa hatin topbaran kirin 3 sivîl şehîd bûn û 6 jî birîndar bûn.
Balafirên şer ên dewleta Tirk Akademiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li Dêrikê bombebaran kirin.
Di êrîşê de 29 endamên Hêzên Têkoşîna dijî Maddeyên Hişbir ku di perwerdeyê de bûn, şehîd bûn.
- Meha Kanûnê, balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li bajarê Qamişlo, Amûdê û Kobanê stasyon, kargeh, Nexweşxane û depoyên Genim û gelek cihên din bombebaran kirin.
Di êrîşan de 8 kes şehîd bûn.
Di êrîşên artêşa Tirk a dagirker de bi giştî 74 navendên sivîl, stasyonên petrolê û navendên binesaziyê hatine bombebarankirin.