Hezar û 25 parêzeran ji bo Rêber Apo serî li Rêxistina Efûyê dan

Hezar û 25 parêzerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên Sûriyeyê, bi daxwaza azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan îmzeyên xwe ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re şandin.

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku 10’ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê hatibû destpêkirin de, parêzerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên Sûriyeyê jî ketibûn nava hewldanan.

Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ji Bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan, di dawiya meha Mijdarê û destpêka Kanûnê (2023) de ji hezar û 25 parêzeran îmze kom kirin.

Îmzeyên ku bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatine komkirin, li gel daxwaznameyê bi riya înternetê ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re hatin şandin.

Îmze her wiha ji bo Ofîsa Hiqûqê ya Sedsalê ku parastina Rêber Abdullah Ocalan dike, re hatine şandin.

Back to top button