‘Berdêl çi be jî, em hazir in bidin, lê em rê nadin pêkanîna xeyalên Osmaniya nû.’
Ev peyama pêkhateyên herêmê ya li dijî êrişan bû.
Îro xelkê Girkê Legê, Tirbespiyê û Çilaxa li dijî êrişên dewleta Tirkiyê konê çalakiyê vedan.
Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk a qirker rojane di nava çalakiyan de ne.
Gelê herêmê dibêjin: “Em ê nehêlin Tirkiyê û hevkarên wê bighêjin armacên xwe û xaka me dagir bikin.”
Bi vê armacê li navçeya Girkê Legê konê çalakiyê li avahiya Siwêdiyê ya petrolê hate vedan.
Li bin kon gelek axaftin hatin kirin û wiha hate gotin:
“Divê gelê me li hember siyasetên şerê taybet şiyar bin.
Em serî ji êrişan re natewînin û dest ji têkoşîna xwe bernadin.”
Çalakî wê sê rojan dewam bike.
Li Tirbespiyê jî li pêş Şaredariya Gel a navçeyê konê çalakiyê hate vedan.
Xelkê Tirbespiyê, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakiya ku wê 2 rojan dewam bike bi daxuyaniyekê destpê kir.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Em ne berê û ne jî teslîm nebûne û em qet teslîm nabin, berxwedan û têkoşîn rêya me ye û em ê dewam bikin.”
Her wiha li Çil Axa jî Însiyatîfa Gel li pêş saziya kehrebê ya navçeyê çalakiyê kon destpê kir.
Li wir daxuyaniyek hate dayîn û ev peyam hate dayîn:
“Bi şerê gelê şoreşgerî em ê planên mêtingeriyê têk bibin û teqez biserkevin.”
Tê payîn wê çalakî 3 rojan bidome.