”Em li gorî rewşa hatî ragihandin xwe ji şer re amade dikin”

Endamên rêveber ên saziyên sivîl, xizmetguzarî û partiyên li navçeya Til Temirê dibêjin ew li gorî rewşa awarte tev digerin.

Hevseroka Meclisa Navçeya Til Temirê, Semer Xelîl got: Xelkê xwe weke hêzên parastinê dibînin.

Ev şer, şerê hebûn û nebûnê ye. Dê ev pêvajo ne mîna berê be. Em ê di nava gel de bin û piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin.”

Rêveberê nexweşxaneya Lêgerîn a li navçeya Til Temirê, Luey Bekir jî anî ziman ku wan xwe di aliyê tenduristî de jî amade kiriye.

Luey dibêje bi ragihandina rewşa awarte re, wan planên xwe danîn, amûr û nuqteyên xwe yên tenduristiyê li herêmê amade kirin.

Endamê rêveber ê PYD’ê Ridwan Xelef bang li partiyên din jî kir ku xwe li gor seferberiyê amade bikin û girseya xwe rêxistin bikin.

Back to top button