Kîno Gabriyel: Ti çete nerevîne û rewş di bin kontrolê de ye

Berdevkê QSD’ê Kîno Gabriyel tevlîheviya şevê din a li girtîgeha çeteyên DAIŞ’ê li Hesekê zelal kir û teqez kir ku ti çete ji girtîgehê nerevîne. Gabriyel her wiha diyar ku bûyerên bi vî awayî careke din hêza QSD`ê ya li dijî çeteyên DAIŞ`ê radixe pêş çavan.

Şevê din bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê yên li girtîgeha Sîna’ ya li taxa Xiwêran a Hesekê hewl dan birevin.

Hêzên Antî Terorê bi destkedayîna balafirên hêzên Koalîsyona Navneteweyî destwerdan li bûyerê kirin û kontrol kirin.

Berdevkê QSD’ê Kîno Gabriyel bi daxuyaniyekî nivîskî bûyer zelal kir û nûçeyên reva hejmarek ji çeteyan derewand.

Gabriyel destnîşan kir ku DAIŞ’ê yên di girtîgehê de, duh deriyên hundir ên girtîgehê şikandin, dîwarên di navbera odeyan de rûxandin û qata jêrîn a girtîgehê kontrol kirin. Lê Hêzên Antîteror yên QSD`ê yekser destwerdan kirin û tevliheviya çeteyan derxistî, bi dawî kirin.

Kîno Gabriyel teqez kir ku ti çete nerevîne, navend û hemû girt jî niha bi temamî di bin kontrolê de ne.

Berdevkê QSD’ê Kîno Gabriyel diyar kir ku bûyerên bi vî rengî careke din hêza QSD’ê a garantiya terora DAIŞ`ê piştrast dike û wiha bi dawî kir:

” Lê pêwîstiya me bi piştgiriya civaka navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê heye, da ku em parastina ewlehiya navend û kampên ku çeteyên DAIŞ`ê û malbatên wan tê de ne, bikin.”

Back to top button