Silêmaniyê..Alîkarî li malbatên xizanê hat belavkirin

Li Silêmaniyê Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgaza Azadî) bi riya kampanyekê alîkariyê digihîne malbatên xizan.

Heta niha 50 malbatan jê sûd girtine.

Li Şengalê jî alîkarî li malbatên hewcedar hat belavkirin

 

Hevserokê Tevgara Azadî yê Silêmaniyê Azad Omer têkildarî mijarê ji Rojnews’ê re axivî û got;

Di vê rewşê de ku vîrusa corona li cîhanê belav bûyî me dest bi kampanyayekê kir.

Armanca kampaniya me alîkariya malên xizan e.

Alîkariyên me jî tiştên sereke yên pewîstiyên rojane ne.

Lê, alîkariya ku heta niha gihîştiye destê me li gorî xwestek û pêwîstiyê nîne.

Li Şengalê alîkarî li malbatên hewcedar hat belavkirin

Li Şengalê jî di çarçoveya tedbîrên li dijî vîrûsa korona de ku çûn û hatin hatine sînordarkirin alîkarî li malbatên hewcedar hate belavkirin.

Saziyên di bin banê Rêveberiya Xweser ya Şengalê de di vê mijarê de xebatên xwe didomînin..

Meclîsa Gel a Xaneserê jî bi piştgiriya komeleya bi navê Heyet el Musteqlîn alîkarî li malbatên hewcedar belav kir.

Berdevkê Komeleya Heyet el Musteqlîn Elî Hamid axivî û got,

Em hemû li hemberî civaka xwe berpirsyar in û alîkariya bi malbatên me yên hewcedar peywireke me ye.

Back to top button