Asayişê mikurhatinên 7 çeteyên DAIŞ’ê belav kir

Li herêma Dêra Zorê, şaneyeke veşartî ya DAIŞê ku gelek êriş pêk anîne û çend şervan bi destê wan şehîd bûne, hatiye girtin.
Li sûcê xwe mikur tên û dibêjin kesê ew birêve dibirin, niha li herêmên Hikûmeta Şamê ye.

Hêzên Asayîşê li 7 çeteyên DAIŞê digire ku wekî şaneyeke veşartî li gundewarêê Rojavayê Dêra Zorê, li dijî QSD, Erkaxweparastin û Asayîşê bi dehên êrişan pêk anîne û çend şervan bi destê wan şehîd bûne.

Yek bi yek li sûcên xwe mikur tên û wer xuyaye ku ji şaneyên herî xeter in.

Tevlihevkiyeke mezin li nava Dêra Zorê derdixin û bi çek û pereyan jî dihatin fînansekirin.

Piştî çavdêrî û şopandina Hêzên Asayîşê, dikevin xefkê û ew şaneya wan ji ber hev dikeve.

Lê serekê wan li herêmên Hikûmeta Şamê xwe veşartiye û ji wir ew birêve dibirin.

Li beramber hinek pereyan van çeteyan êriş dikirin, lê halê hazir di stuyê wan de gelek tawan hene û dê wan bibe ber çakûçê dadgehê.

Back to top button