Îro li Şehba, Heleb û hin deverên herêma Cizîrê bi hezaran kes daketin qadan û dagirkeriya li Efrînê şermezarkirin. Di meş û çalakiyan de bang li hêzên navnetewî hat kirin ku dawî li dagirkeriyê bînin û her wiha soza bilindkirina têkoşîna ji bo rizgarkirina Efrînê hat dayîn.
4 sal bi ser dagirkirina Efrînê re derbas bûn.
Bi boneya salvegera 4. a dagirkirina Efîrnê îro li Şehbayê jiyan rawestiya û deriyên dikanan hatin girtin.
Di bin silogana ‘Çar sal in wijdanê mirovahiyê mirî ye, Efrîn tê qirikirin, çand û demografiya wê tê guhertin’ bi dehezaran koçberên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin daketin qadan û meşek li darxistin.
Meş ji destpêka navçeya Fafînê destpê kir û heya bi Qada Ajotinê dewam kir.
Pişt re meş veguherî mêtinge û li wir hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso axivî û diyar kir ku mayîna koçberên Efrînî li Şehbayê misogeriya vegera wan li Efrînê ye.
Xerîb Hiso da zanîn ku çar sal in li Efrînê sûcên hovane tê kirin û wiha got:
Yek ji dayikên ku ji Efrînê koçber bûye jî wiha got:
Li Helebê jî bi hezaran kes daketin qadan û dagirkirna Efrînê şermezarkirin.
Şêniyên Til Berak jî bi xwepêşandanekê dagirkirina Efrînê û sûcên li wir têne kirin şermezar kir.
Her wiha Saziya Gaziyên Şer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku berxwedana gelê Efrînê wê heta rizgarkirina Efrînê û têkbirina dagirkeriyê bidome.
Her wiha bang li civaka navneteweyî û NY hate kirin ku dawî li van sûcan bînin da ku aşitî û aramî li Sûriyê pêk were.
Li Qamişloyê jî semînerek derbarê salvegera dagirkirina Efrînê hate dayîn.