Fermandarê YPG’ê şehîd Koçero li Kobanê hat oxirkirin

Cenazeyê fermadarê YPG’ê Koçero Batman bi merasîmekê li goristana Şehîd Dicle ya Kobanê hate oxir kirin û ji bo gerîlayê şehîd Zinar Reş jî merasîmeke xiyabî hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên Kobanê û herêma Firatê beşdarî merasima oxirkinê ya Fermandarê YPG’ê Şehîd Koçero Batman û Zinar Reş bûn.

Li merasimê yek ji fermandarên QSQ’ê Şoreş Hesen axivî û bang li gelê herêmê kir ku li dijî dewleta Tirk a dagirker berxwedanê û tekoşînê bilind bikin.

Her wiha Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan ya Herêma Firatê Eyşe Efendî jî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Di dawiyê de, wesîqeya Şehîdan hate xwendin û cenazeyê şehîd bi dirişmeyan hate oxirkirin.

Back to top button