Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê tê lidarxistin, bi koma ji Hollandayê dewam dike.
Dr. Azad Badîkî, Nazîr Aranacak û Cemîl Urek ên ji Den Haagê hatin, çalakiya nobedê di hefteya 597’an de dewr wergirtin.
Azad Badîkî li ser armanca çalakiyê daxuyanî da û anî ziman ku azadiya Rêber Apo azadiya hemû Kurdan e.
Badîkî diyar kir ku 12 salin gelê Kurd qadên li Ewropayê vala nahêle, daxwazên xwe yên mafdar tînin ziman û got:
“Em careke din bang li Konseya Ewropayê dikin.
Em dibêjin dest ji vê komploya qirêj berdin û li xwe vegerin.”
Badîkî ragihand ku ji bo vê jî divê Rêber Apo çalakiyên xwe mezin û berfiref bikin.
Ji ber ku azadiya wî wê ne tenê azadiya gelê Kurd be.
Wê ji bo jiyaneke azad û mirovane ya gelên cîhanê bibe wesîle.”
Li Mexmûrê çalakiya nobetê a li dijî tecrîdê bi biryardarî dewam dike