Welatiyên Binarê Qendîlê: Tecrîda li ser Rêber Ocalan, li ser hemû gelê Kurd e

Welatiyên Binarê Qendîlê tecrîda li dijî Rêber APO şermezar kirin û di derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan ku 33 mehin tu awayî agahî jê nayê girtin.

Dewleta Tirk a dagirker bi hincetên cuda û ‘cezayê disiplînê’ rê nade parêzer û malbatê serdana Îmraliyê bikin û hevdîtinê li gel Rêber APO pêkbînin.

Di derbarê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO welatiyên Binarê Qendîlê ji Rojnews’ê re axivîn.

Şêx Mihemed Bestê tecrîd şermezar kir û got:

“Girtina Rêber Ocalan girtina azadî, bîr, hişmendî û her çar beşên Kurdistanê ye. Lê cihê keyfxweşiyê ye ku çalakiyên dijî tecrîdê li her çar beşên Kurdistanê berdewamin.”

Welatiyek din bi navê Marif Êndizeyî jî di derbarê heman mijarê de axivî û wiha pêde çû:

“Divê zext li civaka navneteweyî were kirin ku rêgirî li hemû bê wijdanî û hovîtiya li beramberî Gelê Kurd û Rêberê wî tê kirin bike

Divê gelê Kurd yê li her çar beşên Kurdistanê bi yek deng û yek helwest bin, li dijî tecrîdê têbikoşin.

Li Mexmûrê çalakiya nobetê a li dijî tecrîdê bi biryardarî dewam dike

Back to top button