Çalakiya girtiyên siyasî di roja 33’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî di 27’ê mijdarê destpê kirin di roja 33 ‘e de berdewam dike.
Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Cevdet Şenlîk bi reka malbata xwe peyam şand û got:
“Heya Abdullah Ocalan azad nebe em ê paş de gav neavêjin.”

Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên siyasî di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî” dane destpêkirin di roja 33’an de didome.

Çalakiya greva birçîbûnê, dê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.

Dîlgirtiyê azadiyê Cevdet Şenlîk yê di greva birçîbûnê de ye bi rêka malbata xwe peyam şand.

“Heya Abdullah Ocalan azad nebe em ê paş de gav neavêjin”

Cevdet Şenlîk di peyama xwe de bertek nîşanî 3 sal agahî negirtina ji Abdullah Ocalan da û wiha got:

“Îro li her qadê berxwedan heye û em jî wekî girtiyên di zindanan de tev li vê berxwedanê bûn.

Di vê pêvajoya dijwar de heta ku em Rêberê xwe azad nekin em ê paşde gav neavêjin û têkoşînê bidomînin.

Em di rêya Mazlûm Dogan, Zulkuf Gezen û Ayten Beçetê de li ber xwe didin.”

Cevdet Şenlîk: Em ê bi misogerkirina serkeftinê rêberê xwe azad bikin

Cevdet diyar kir ku divê her kes li qada xwe tevlî vê berxwedanê bibe û got:

“Beriya her tiştî divê em bi xwe bawer bin, dema ku em bi xwe bawer bin divê di berxwedanê de israr bikin.

Tenê bi vî awayî em dikarin serkeftinê bi dest bixin.

Em ê bi misogerkirina serkeftinê, Rêberê xwe azad bikin.”

“Divê ciwanên Kurd beşdarî berxwedana azadiyê ya li dijî faşîzmê bibin”

Cevdet Şenlîk herî dawî di peyama xwe de bang gelê kurd û ciwanan kir û got:

“Bi polîtîkaya tecrîdê re êriş li nirx û destkeftiyên gelê me tê kirin.

Bi van êriş û helwestan re têkiliya gelê me û Rêberê me hatiye qutkirin.

Em ji zindanan bang li hemû gelê xwe yê azadîxwaz dikin û her kesî vedixwînin govenda berxwedanê.

Li hemberî berxwedana ku li zindanan tê kirin, divê bi taybet ciwanên kurd paşdetir nemînin.

Em bang li wan dikin ku di refên herî pêş ên vê têkoşînê de cih bigirin.

Daxwaza me ew e ku hemû ciwanên kurd ên welatparêz beşdarî berxwedana azadiyê ya li dijî faşîzmê bibin.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 32.de ye

Back to top button