Salih Muslim: Gelên Kurdistanê ji bo Rêber Ocalan dikare çalakiyên xwe zêde bikin

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD’ê Salih Muslim derbarê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî axivî.
Salih Muslim anî ziman ku pêwîst e gelê Kurd ê li hemû parçeyên Kurdistanê li Rêberê xwe xwedî derkevin.

Di 10’ê Comtehê de pêngava cîhanê ya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” despêkir.

Pêngav li 74 navendên cîhanê û piştre li gelek bajarên din, belav bû.

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi pêşengtiya Însiyatîfa Gel ew pêngav hat lidarxistin.

Der barê mijarê de, hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim axivî.

Salih Muslim: Abdullah Ocalan bi fikrê xwe bûye rêberekî netewî

Salih Muslim pêngava cîhanî wiha nirxand:

“Pêngav ji bo banga pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan li 74 navendan dest pê kiriye, gihîşt asteke cîhanî.

Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, her wiha ew bi fikrê xwe bûye Rêberekî neteweyî.

Kesayeteke wek Rêber Abdullah Ocalan divê navê wî li rûpelên dîrokê yên bên nivîsandin.”

“Pisgirêka Kurd û azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan bi hev ve girêdayî ne”

Salih Muslim dazanîn ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi hev re girêdayî ye û ev nirxandin kir:

“Ev pêngav bi têkoşîn û berxwedana gelê Kurd dest pê kir.

Ev têkoşîn di nîv sedsala dawîn de ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin.

Pirsgirêka Kurd û azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi hev ve girêdayî ne.

Hebûna Rêbertî di nav gelê Kurd de pêwîst û girîng e.”

Salih Muslim: Çalakiyên ji bo rêbertî tên kirin netêrkerin

Salih Muslim çalakiyên ku li dijî tecrîdê di asta kurdistanê de pêktên netêrker dît û ev bang kir:

“Pêngav li seranserî cîhanê belav bû û tê de piraniya dewletan beşdar bûn.

Lê belê di aliyê çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ew negihîştiye asta ku tê xwestin.

Pêwîst e gelê Kurd ê hemû parçeyên Kurdistanê li Rêberê xwe xwedî derkevin.

Zêdetir beşdarî pêngavê bibin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin.

Banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan erkê hemû gelên Kurdistanî ye.

Lê belê erkê herî mezin ê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.”

Back to top button