Odeyeke lezgîn ji nexweşên gurçikan re hate vekirin

Ji bo ku kareset pêk neyên, Rêveberiya Navenda Diyalîzê ya Qamişloyê odeyek lezgîn a şûştina gurçikan (diyalîzê) amade kir.

Navenda Diyalîzê ya Qamişlo di 25’ê Kanûnê de ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ji xizmetê derket.

Ji ber nebûna odeya diyalîzê nexweşê gurcikan Ehmed Ebdurehman Xidir (65) ê ji navçeya Amûdê ya kantona Cizîrê di encama derengmayîna şuştina gurcikên li Qamişloyê de, jiyana xwe ji dest da.

piştî wefata nexweşên gurçikan Ehmed Ebdurehman Xidir rêveberiya nexweşxanê ji bo tedeyî 70 nexweşên kurçikan neyê kete nav liv û tevgerê.

Beriya êrişan navenda diyalîzê Rojane derdora 23 nexweşan pêşwazî dikir.

Heftane 120 û mehane jî 700 rûniştinên diyalîzê çêdikir.

Ji bo ku kareset pêk neyên û metirstî li jiyana nexweşan nebe, rêveberiya navendê odeyek ji bo diyalîzê amade kir.

Ji ber êrîşa Tirkiyê li ser nexweşxana Gurçikan nexweşekî jiyana xwe ji dest da

Back to top button