Çeteyên DAIŞ li çolistana Sûrî 3 kes revand

Çeteyên DAIŞ li çolistana Hemayê 3 kesên ku li kîvkaran digeriya girtin û revandin. Çeteyan li çolistana Dêrazorê jî êrişî nuqteyek hêzên hikûmetê kir, di encamê de çeteyek hate kuştin.

Li Sûriyê tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde dibe.

Çeteyan li çolistana Sûrî ku ji bo wan qada herî ewleye sûcên xwe didomînin.

DAIŞ li çolistanê bi hemû rê û rêbazên qirêj hêzên hikûmetê, çekdarên girêdayî Îranê û kesên ku derdikevin û li kîvkaran digerin, wan digirin û dikujin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên DAIŞ li çolistana Hemayê 3 kesên ku li kîvkaran digeriya girtin.

Çeteyan her sê kes birin cihekî ne-diyar û ev heftiyeke ti agahî li ser wan nayê girtin.

Li Dêrazorê ji aliyê hêzên hikûmetê ve çeteyekî DAIŞ hate kuştin

Şevê din çeteyên DAIŞ’ê êrişî nuqteyek hêzên hikûmeta Şamê a li çolistana Dêrazorê kirin.

Di navbera her du aliyan şerek dijwar derket.

Di encamê de çeteyekî DAIŞ’ê hate kuştin.

Li Humisê mayînek teqiya 3 jinan jiyana xwe jidest da

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li gundewarê rojhilatê Humisê mayînek ji bermahiyên şer bi komke kes ku li kîvkaran digeriyan teqiya.

Di encamê de 3 jinan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes birîndar bûn.

Back to top button