4’ê Nîsanê-li Kobanê amadekariyên çandina daran tê kirin

Bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî tên lidarxistin. Li Kobanê, Eyn Îsa û Helebê çalakî bi boneya rojbûna rêber Ocelan hatin lidarxistin.

4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abullh Ocelan e.

Bi vê boneyê li gelek deverên herêmê ji niha ve dar tên çandin, semîner tên dayîn û şahî tên lidarxistin

Li Kobanê bi boneya rojbûna rêber APO Desteya Eklojiyê ya bajêr dest bi hazirkirina çandina daran dikin.

Desteyê diyar kir ku wê ev dar li hemû sazî, malan û li gelek daristanan werin çandin.

Rêveberê meştela Miştenûr, Fewaz Ehmed derbarê mijarê got: wê gelek cûreyên daran werin çandin.

4’ê Nîsanê-li Eyn Îsay şehiyek ji zarokên şehîdan re hat lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girê Spî jî li navçeya Eyn Îsayê şahiyek ji zarokan re li darxist û diyarî li wan belav kirin.

Di şahiyê de dayikên şehîdan axivîn û soza berdewamkirina rêya şehîdan dan.

Di şahiyê de stran hatin pêşkêşkirin û dar hatin çandin.

Li Helebê semînerek derbarê rojbûna Rêber Apo hate dayîn

Her wiha li taxa Şêx Meqsûd a Helebê jî semînerek derbarê rojbûna Rêber Abdullah Ocelan ji aliyê endamê Akadîmiya TEV-DEM’ê Welîd Bekir ve hate dayîn.

Bi dehan şênî û endamên saziyan beşdarê semînerê bûn.

Di semînerê de besa jiyana rêber Ocelan û têkoşîna wî hate kirin.

Back to top button