Encamên pêşbirka Helbesta Kurdî ya 2023’an hat eşkerekirin

Helbestvanên ku di Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2023’an de bi ser ketine, hatin eşkerekirin.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK’ê bi civîneke çapemeniyê encamên Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan a 2023’an eşkere kir.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Komîteya Nirxandina Helbestan Omran Yûsif ve hat xwendin.

Omran Yûsif diyar kir ku wan di 1’ê Çileya 2023’an bi alîkariya Komeleya “Janê Xelef” a Xêrxwaziyê ya li Brîtanyayê, 3’emîn Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan da destpêkirin.

Yûsif da zanîn ku îsal zêtirî 30 ciwanên ji hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê beşdarî pêşbirkê bûn.

Her sal di pêşbirkê de tenê 3 helbestên serkeftî tên diyarkirin, lê îsal wekî rewşek awarte helbesta bi navê “Hîna li vi rim” ya helbestvan Mehmûd Misto jî di asta çaremîn de bi ser ket.

Tê payîn ku helbestvanên serkeftî di dema pêş de bi şahiyekê bên xelatkirin.

Back to top button