PDK siyasetmedarê Kurd Omer Bartan radestî Tirkiyê kir

Ji ber zilma desthilatdariya Erdogan reviya; îcar bi zilma desthilatdariya PDK’ê re rû bi rû ma. PDK li dijî siyasetmedarên xwedî fikira Apoyî, weke saziyeke Mît’ê kar dike û siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê radestî MÎT’ê dike. Her dawî jî Asayîşa Hewlêrê siyasetmedarê ji Bakurê Kurdistanê Omer Bartan piştî girtinê bi 19 mehan, radestî dewleta Tirk kir.

Siyasetmedarên Kurd ji ber zilma desthilata Erdogan, xwe davêjin Başûrê Kurdistanê li wir jî bi zilma desthilata PDK’ê re rû bi rû dimînin.

Siyasetmedarê Kurd Omer Bartan ku xelkê Bakurê Kurdistanê ye, ji ber gefên girtinê, xwe davêje beşekî axa Kurdistanê.

Lê PDK li şûna xwedî li Bartan derkeve, weke şertê mayînê, sîxuriyê lê ferz dike.

Omer Bartan 22’yê Sibatê bi rêya telefonê li malbata xwe digere û hemû tiştên ku hatine serî wî, bi wan re bi par ve dike.

Siyasetmedar Bartan ji malbata xwe re diyar dike, ku PDK gelek zextan lê dike da bibe sîxur.

Lê ji ber ku sîxurtiyê qebûl nake, rayedarên PDK’ê dest û çavên wî digirin û 28’ê Çileya 2021’an di Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl re derbasî aliyê Bakur dikin û davêjin ser sînorê Bakurê Kurdistanê.

Bartan ji malbatê re gotiye ku piştî Asayîşa PDK’ê ew avêtiye wir, vê carê polîsên dewleta Tirk ew girtiye.

Piştî lêpirsîn hatiye kirin jî Bartan derxistine dadgehê û bi hinceta ku beriya niha der barê wî de 12 sal cezayê girtîgehê hatiye dayîn, ew şandine Girtîgeha Şirnexê.

Omer Bartan ê 48 salî ji navçeya Tetwan a girêdayî bajarê Bedlîs ê Bakurê Kurdistanê ye.

Ji ber xebatên xwe yên siyasî, ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve hatiye girtin û zêdeyî 12 salan di girtîgehê de maye.

Piştî ji girtîgehê derketiye, dozên der barê wî de û zextên dewletê dom kirine, lewma di Hezîrana sala 2019’an de neçar dimîne derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.

Bartan ku li bajarê Hewlêrê dima, 3’yê Tîrmeha 2019’an, ango hîn mehek wî li Başûr temam nebûbû, ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve hat girtin.

Li gorî zanyariyên ku malbata Bartan dane, ji roja hat girtin ve, êdî agahî ji wî nehatiye.

Back to top button