“Divê her kes li dijî bêdadiya dadgeha Hewlêrê derkeve”

Rojnameger Ara Ibrahîm ji bo berdana girtiyên ji Behdînanê, bang li çalakvan û rojnamevanan kir ku li dijî biryara dadgeha Hewlêrê derkevin. Navenda Xelîc a Mafên Mirovan ji aliyê peywendîdar xwest ku di zûtirîn demê de, ji biryarê vegere.

Biryara Dadgeha Hewlêrê ya ku der heqê çalakvan û rojnamevanên herêma Behdînanê de hatiye standin, bi şermezarkirineke mezin rû bi rû bûye û bangên betalkirinê wê her ku diçe, bilindtir dibin.

Rojnameger Ara Ibrahîm bal kişand ser dema erêkirina biryarê û got:

“Mebesta biryarê siyasî ye.

Dema ku dadwer ji bo erêkirina biryara sizakirinê kom bûbûn, hêzeke leşkerî ya zêde li hawirdora dadgehê amade bûbû.”

Ara Ibrahîm bang li hemû çalakvan û rojnamegeran kir ku li hemberî bêmafî, bêdadiya dadgehê û sînordarkirina azadiyê bêdeng nemînin.

Şênî û çalakvanên naçveya Derbendîxanê ya Silêmaniyê jî bi çalakiyekê biryara dadgehê şermezar kir û daxwaziya berdana girtiyan kir.

Di çalakiyê de, Dr. Hekîm Ebdulkerîm li ser navê KNK’ê diyar kir ku biryara dadgehê, siyasî û ne yasayî ye.

Di çarçoveyê de, parlementera Tevgera Goran Şayan Eskerî jî li ser vê mijarê axivî.

“Em weke parlamenterên tevgera Goran di nava hewldanan de ne ku girtiyên Behdînanê bibînin, lê berpirsên asayîşa Hewlêrê rê nadin.”

Li derve jî biryara nesincî ji hêla rêxistin û saziyên mafên mirovan ve tê şermezarkirin.

Navenda Xelîc a Mafên Mirovan ku navenda wê ya sereke li Libnanê ye, bi tundî derkirina vê biryarê şermezar kir û bang li aliyê peywendîdar kir ku di zûtirîn demê de, jê vegere.

Jixwe girtiyên Behdînanê ji bo azadiya xwe, ji 17 mehê ve di greva birçîbûnê de ne.

Li Germiyanê, endazyar Herêm Mehmûd û mamoste Elî Hemesalih ji bo piştgiriya girtiyan, ji 21 Sibatê ve di greva birçîbûn de ne.

Herêm Mehmûd û Elî Hemesalih dibêjin:

“Em bi vê çalakiyê dixwazin peyamekê bigihînin desthilatê.”

Li herêma Behdînan û Hewlêrê, bi dehan rojnameger, çalakvan û mamoste bi behane û angaştên derew li gel asayîşa PDK’ê girtî ne.

Heya vê rojê, çarenûsa gelekan ji wan, nayê zanîn.

Back to top button