Gulistan Etî: Divê ENKS’ê helwesta xwe ji doza Kurdî diyar bike

Siyasetmedarên Kurd destnîşan kir ku divê ENKS’ê xwedî helwesteke cidî be, da ku pêngavên ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdî bi ser bikeve. Siyasetmedaran anî ziman, ji ber şertên pir zehmet û destwerdanên derve, hewldanên yekîtiyê asteng dibin.

Gelê herêmê li hêviya encamek baş ji hevdîtinên navbera PYNK û ENKS’Ê û jinû-destpêkirina wê ye.

Tê payîn, çawaniya beşdarbûna ENKS’ê di Rêveberiya Xweser de û dosyaya leşkerî werin gotûbêjkirin.

Li gorî ku hatibû plankirin, diviyabû ku gera sêyemîn di destpêka meha Sibatê de dest pê kiriba, lê ev yek pêk nehat, ji ber ENKS’ê beşdar nebû.

Sedema sereke ya paşxaneya binketina însiyatîfên yekîtiya Kurdî ji 2011’an û heta roja îro ve, Serokê Yekîtiya Lîberal a Kurdistanî Ferhad Tîlo bi biryarên ENKS’ê yên ku ji Itîlafê digire, girêda.

Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (PDKS) Gulistan Etî jî, dibêje;

Divê hemû partiyên siyasî bi awayekî baştir nêzî hev bibin da ku pêngavên ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdî bi ser bikeve.

Gulistan Etî îşart pê kir ku divê girîngiyê bidin berjewendiyên ku xizmeta doza Kurdî dike û ENKS’ê xwedî helwesteke cidî be.

Esmet Ibrahîm: Ji ber şertên pir zehmet hewldanên yekîtiyê asteng dibin

Dawiya 2019an bi însiyatîfa Fermandarê Giştî yê QSDê Mezlûm Ebdî û bi serpereştiya Amerîkayê hevdîtin navbera PYNK û ENKS’ê dest pê kirin.

Lê ev hevdîtin piştî ragihandina li ser bidawîkirina pêvajoya yekemîn û yekkirina nêrînên siyasî yên hevbeş, li hember gelek astengiyan man.

Şertên ku ENKS’ê pêşniyar kirin, li pêş hevdîtinan bûne asteng, ew jî rakirina pergala xwendina bi zimanê dayikê û hevserokatiyê bû.

Lewra, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûrî Esmet Ibrahîm destnîşan kir ku ji ber şertên pir zehmet û destwerdanên derve hewldanên pêkanîna yekîtiyê asteng dibin.

Back to top button