Piştî 21 rojan ji astengkirina alîkariyan ji aliyê hikumeta Şamê ve, îro 30 kamyonên alîkariyên mirovî ji herêmên Rêveberiya Xweser, di deriyê Tayihe re derbas bûn û ber bi Heleb û Şehbayê ve birê ketin.
Karwanê alîkariyan, ji alîkariyên ku xelkê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê û xelkê Kobanê ji bo mexdûran kom kiribûn, pêk tên.
Ev alîkarî ji pêdiviyên bingehîn ên jiyanê pêk tên.
Alîkariyên xelkê Silêmaniyê 21 rojan, ên xelkê Kobanê jî 3 rojan li deriyê Tayihe hatibûn rawestandin û hikumeta Şamê destûra derbaskirina wan ne-dida.
Lê îro ev alîkarî di deriyê Tayihe re derbas bûn û ber bi Heleb û Şehbayê ve birê ketin.