Serokê Belarûsê Aleksandir Lukaşenko got: Eger Kîev êrişî me bike, wê demê emê beşdarî şerê li Ukrayna bibin.
Lukaşenkoyê ku ji bo rojnamevanên biyanî civîneke çapemeniyê li dar xistî got:
“Tenê bi şertekê ezê bi Rûsya re şerê Ukrayna bikim.
Ew jî eger leşkerekî Ukraynî jî bi çekê derbasî xaka welat bibe û welatiyekî min bikuje ez ê beşdarî şer bibim.
Ev ji bo cîranên me yên din jî derbas dibe.”
Mînskê ji Sibata 2022’an ve destûr dabû leşkerên Rûs ku ji axa wê derbasî Ukraynayê bibin.
Lukaşenko careke din teqez kir ku ew hêzên xwe naşînin Ukraynayê.
Serokê Belarûsê her wiha diyar kir ku wan ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin daxwaz kiriye ku di dema êrîşeke muhtemel de firqeke artêşa Rûsyayê di bin kontrola wan de be.



