Polîtîkaya desthilata faşîst a Tirk ya qeyûman di erdhejê de jî dewam dike

Di vê rewşa giran a erdhejê de jî ku ji ber xemsariya dewletê bi hezaran kesan jiyan xwe ji dest dan, Deshilata Faşîst a Tirk li pêy destersekirina sazî û rêxistinên HDP’ê ên alikarîyê ketiye. Hevşaredara Sûrê Fîlîz Buluttekîn û yê Bismila Amedê Orhan Ayaz ku li şuna wan qeyûm hatine tayînkirin gotin: Yek ji sedemên giranbûna rewşa li herêmên erdhejê jî, polîtîkaya tayînkirina qeyûman e.

Polîtîkayên dewleta Tirk a bi rêka qeyûman desterserkirina vîna gel di rewşa giran a erdhejê de jî dewam kir

Navenda Koordînasyona Krîzê ya HDP’ê a li navçeya Bazarcix a Mereşê ku ji bo piştgiriya gel hatibû avakirin 15’ê sibatê dewleta Tirk qeyûm danî ser.

Hevşaredara Sûrê, Fîlîz Buluttekîn û yê Bismila Amedê Orhan Ayaz jî, ji wan şaredariyane ku li şuna wan qeyûm hatine tayînkirin

“Yek ji sedemên giranbûna rewşa li herêmên erdhejê polîtîkaya qeyûman e”

Hevşaredaran têkildarî mijarê axivîn û gotin:

Yek ji sedemên giranbûna rewşa li herêmên erdhejê jî polîtîkaya tayînkirina qeyûman e.

Fîlîz Buluttekîn diyar kir gelek derfetên şaredariyan hene lê qeyûm bi kar nayînin û wiha got: Heke ev şaredarî di destê me de bûna, dê me hemû derfetên xwe pêşkeş bikira.

Mexdûrên erdhejê bi bertek in û dibêjin tu alîkarî ji wan re nehatine.

Em dikarin bêjin ku tevahiya alîkariyan ji hêla rêxistinên civaka sivîl, partiyên gel û gel bi xwe ve hatin kirin.

Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz jî diyar kir ku heke ew li ser peywira xwe bûna, dê rewşeke wiha derneketa û got:

Vîna gel bi rêya qeyûman hate xespkirin, lewma me nekarî alîkariyê bidin gelê xwe.

Xizmetên me yên beriya tayînkirina qeyûman ber çavan e.

Hevşaredaran diyar kirin ew dixwazin ku gel alîkariyên xwe bidomîne û gotin, ew ê bi gelê xwe re birînên xwe derman bikin.

Back to top button