Dewleta Tirk li dijî Kurdên Elewî pilanên qirêj amade kiriye

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bang li gelê Kurd ê Elewî kir ku dev ji cih û warê xwe bernedin. Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) jî diyar kir ku dewleta Tirk li şûna ku alîkariya mexdûran bike alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê têne şandin asteng dikin.

Piştî ku erdheja li Bakûrê Kurdistanê pêk hat dewleta Tirk li şûna ku alîkariya mexdûra erdhejê bike, li dijî wan gelek pilanên qirêj xistin meriyetê.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê ji bo Kurdên Elewî ku erdhejê bandor li wan kiriye û pilanên dewleta Tirk yên li dijî wan daxuyaniyek da.

FEDA: Desthilatdarî li herêma erdhejê feraseta yezît didomîne

Di daxuyaniya Federasyonê de ev tişt hate diyarkirin: Di şert û mercên giran ên zivistanê de xaniyê bi milyonan gelê me hilweşiyan û gel bi pirskirêkan re rû bi rû mane.

Li aliyekî din dewlet li şûna ku jiyana welatiyan biparêze astengiyan derdixe.

Nahêlin sazî û aliyên cuda alîkariya welatiyan bike.

Em van kirinên bi ferasta Yezît lanet dikin.

Dawiyê Federasyona Elewiyan a Demokratîk diyar kir ku li hemberî feraseta Yezît a ku dixwaze bobelatê veguherîne qirkirinê, em ê têkoşîna xwe geştir bikin.

Back to top button