KCK bang li Kurdên elewî kir: Dev ji cih û warê xwe bernedin

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bang li gelê Kurd ê Elewî kir ku dev ji cih û warê xwe bernedin.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê ji bo Kurdên Elewî ku erdhejê bandor li wan kiriye daxuyaniyek da.

Weke ku tê zanîn, navenda erdhejê ew herêm e ku şêniyên wê bi giranî gelê me yê Kurd-Elewî ye.

Gelê me yê li herêma erdhejê dibêje, dewleta Tirk li şûna alîkariyê bigihîne wan, pêşî li alîkariya civakî digire.

Sedema vê yekê jî rastiya wan a Kurd û Elewî ye. Ev tespîta gelê me rastiyeke.

Ji ber ku ev desthilatdarî mirovên li vê herêmê weke dijmin dibîne ku divê bê tunekirin.

Bûyerên ku di dema erdhejê de qewimîn nîşan didin ku dixwazin polîtîkaya qirkirin-koçberkirin-valakirinê bidin meşandin.

Bi gotina ‘jiyan êdî li vê derê nabe’ hewl didin mirovên me yên li vê derê bi temamî koçber bikin.

Bi vî rengî wê encamê ji polîtîkaya koçberkirin-qirkirinê ya sedsalî werbigirin û cihên Kurd-Elewiyan vala bikin.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bang li gelê Kurd ê Elewî kir ku dev ji cih û warê xwe bernedin.

Back to top button