Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (P.D.K.S) Cemal Şêx Baqî dibêje:
Tevî banga KCK’ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî û felaketa erdhejê jî domandina êrîşên dewleta Tirk berdewame.
Ev êriş û ne derbaskirina alîkariyên Rêveberiya Xweser ên ji bo mexdurên erdhejê berdewama komploya navnetewî ye.
KCK`ê, ji ber erdheja 6’ê Sibatê ku li Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê rûdabû rawestandina çalakiyên leşkerî ragihand.
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (P.D.K.S) Cemal Şêx Baqî, derbarê banga KCK`ê ya rawestandina çalakiyan niraxandin kir..
Şêx Baqî, destnîşan kir ku bi banga KCK’ê ji bo rawestandina çalakiyan , PKK’ê careke din mirovahiya xwe nîşan daye û got:
“Tevgera Azadiya Kurdistanê ji destpêkê ve nîşan daye ku tevgerek bi hişmendiya şoreşgerî û exlaqî ye. ”
“Mejiyê şovenîst û faşîst didome”
Cemal Baqî, bibîr xist ku dewleta Tirk di dema erdhejê de jî bi obûs û balafiran êrişî herêm kir û wiha domand:
Ev jî nîşan dide ku Erdogan tu ders ji felaketa erdhejê negirtiye.
Mêjiyê şovenîst û faşîst bi heman rêgezê didome.”
“Asatengkirina alîkariyan encama wijdana xirab û kûrmî ye”
Şêx Baqî, derbarê astengkirina alîkariyên ku tê şandin ji aliyê Rêvberiyê ji bo herêmên ku zirar dîtinr got:
Divê dewletên Tirk û Suriyeyê û hêzên navnetewî zanibin ku tiştên ji berjewendiyan mezintir hene.
Ji NY heta dewletên Tirk û Suriyeyê di feraseta xwe de tu guhertin çênekiriye.
ne derbaskirina alîkariyan ji bo mexdûrên erdhejê encama wijdana xirab û kûrmî ye.
Di dawiya nirxandinên xwe de Cemal Şêx Baqî bal kişand ku êrîş û astengkirin berdewamkirina komploya navnetewî ye.