KCK’ê li dijî komployê banga bilindkirina asta têkoşînê kir

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê û Koordînasyona PAJK’ê ji bo salvegera komploya navneteweyî daxuyanî dan.
Aliyan komplo şermezar kirin û diyar kirin ku komplo di şexsê rêber Apo de li dijî gelê Kurd û jinê bû.
Her wiha ji bo têkbirina komployê banga bilindkirina asta têkoşînê li gelê Kurd kirin. 

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê ji bo salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyanî da.

KCK’ê şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî’ bi bîr anî û hêzên ku di komployê de cih girtin şermezar kir.

Her wiha berxwedana Rêber Apo ya dîrokî silav kir û ev tişt anî ziman:

”Komploya navneteweyî êrişeke qirkirinê ye ku di şexê rêber Apo de li hember gelê Kurd pêk hat.

Xwestin bi rêya komployê gelê Kurd bê pêşeng bihêlin û bi wê re wê tune û qir bikin.

Helwesta berxwedêr a Rêber Apo, tevger û gelê me, nehişt komplo bighêje armancên xwe.

Rêber Apo li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê veguherî îradeyeke berxwedanê ya her timî.

Ji ber ku nefesa Rêber Apo bi xwe jî ji bo Kurdan weke sedema man û nemanê tê dîtin.

Rêber Apo bi vê berpirsyariya dîrokî nêzîk bû, rêbazeke nû ya berxwedanê afirand.

KCK’ê piştrast kir ku bêdengiya li hember êşkenceya li Îmraliyê tê kirin hevkarî ye û got:

Êrişa tunekirinê ya komployê niha li Îmraliyê bi êşkenceya tecrîdê ya mutleq dewam dike.

Ev sîstem li dijî hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan e.

Konseya Ewropa û saziya wê CPT ji vê sîstemê berprisyar e.

Divê êdî dest ji vê helwestê berdin û xwedî li hiqûqa xwe û pîvanên xwe yên mafên mirovan derkevin.

KCK’ê bang li hemû gelê xwe û dostên wan kir ku ji bo têkbirina komployê berxwedanê bilind bikin.

PAJK: Komplo li dijî azadiya jinê ye

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistan PAJK’ê jî daxuyanî da û diyar kir ku komplo li dijî azadiya jinê ye.

PAJK’ê got:

”Komplo di şexsê Rêber Apo de li hemberî jinan, gelê me û tevahî mirovahiyê pêk hat.

Bi dîlgirtina Rêber Apo re planeke berfireh ya qirkirinê û tinekirina mirovahiyê hate danîn.

24 sal in berxwedaneke dîrokî ya ku mînaka wê li cîhanê çênebûye ji aliyê Rêbertî ve tê meşandin.

Ev berxwedan berxwedana jinan e, berxwedana gelan û ya parastina hemû nirxên mirovahiyê ye.”

PAJK’ê di daxuyaniya xwe de ev bang kir:

Divê di serî de jin, ciwan û gelê me di sala 25. a komployê de, tekoşîna xwe bilindtir bikin.

Tekoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çiqas werê berfirehkirin wê ewqasî parastina şoreşa azadiyê mîsoger bibe.

Divê em bi vê zanebûnê têkoşînê mezin bikin û pergala Îmraliyê hilweşînin.

Back to top button