Prof.Maria Laura Corradi: Rêber Apo bê heq hatiye dîlgirtin

Her kes bi fikir û ramanên Rêber Ocelan bandor bû..
Profisora Îtalyayê Maria Laura Corradi ku ew jî yek ji wan kesên ku bandor bûye dibêje: “Divê fikrên Ocalan li cîhanê teva berbelav bibe..”

Maria Laura Corradi diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan çavkaniyeke mezin a îlhamê ye û got:

Rêber Ocelan bi awayekî bêhiqûqî dîlgirtî ye.

Prof. Maria paradîgmaya Rêber Ocalan wek “baweriyeke tam a bi demokrasiya rasteqîn” nirxand.

Maria nêzîkatiyên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Parlamenta Ewropayê yên li hember tecrîdê wek ‘tirsonek’ bi nav kirin û got:

“Ez difikirim ku ev helwesta tirsonek , ji ber ku bi piranî di bin sîwana hikumeta Tirk de ne.

Ji ber vê yekê Erdogan tu carî ji ber bombekirina welatên cîran, nayê sûcdarkirin û cezakirin.

Dawiyê Prof. Maria bal kişand ser girîngiya çalakî û kampanyayên ku di salên dawî de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Back to top button