Welatiyên Başûr: Biryara KCK’ê pîroz e

Welatiyên Başûrê Kurdistanê biryara KCK’ê a rawestandina çalakiyên leşkerî pîroz dîtin.

Welatiyê bi navê Şemal Herkî got: ”Niha li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi hezaran kes ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane û gel di nava şînê de ye.

Ji ber vê yekê pêwîstî bi rawestandina şer heye. Lê hîna jî Tirkiyê êriş dike, herî dawî dîsa êrişî Kobanê kir.”

Şemal Herkî anî ziman ku divê dewleta Tirk vê derfetê baş binirxîne daku carek din aştî pêk were.

Welatiyê bi navê Yûsif Cewad jî biryara KCK’ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî pîroz nirxand û got:

“Sekinandina şer ji aliyê Kurdan û dewleta Tirk ve pêwîstiyeke. Ev biryara KCK’ê kareke pîroze.

Pêwîste hemû Kurd yekgirtina xwe çêkin daku bikaribin şerê dewleta Tirk a li beramberî Kurdan rawestînin.”

Back to top button