Rojnameger Azîz Koylugolu qala têkoşîna hevrê Seyîd Evran kir

Rojnameger û hevreyên Şehîd Seyîd Evran qala berxwedan û têkoşîna wî kirin.
Rojnamevan Azîz koyluoglu û Fehîm Işik diyar kirin ku Ş. Evran îman kiribû ku serkeftin wê bi şerkirinê bibe û gotin: “Seyîd ne tenê rojnameger bû, di heman demê de şoreşger bû.”

Rojnameger Azîz Koyluoglû ku 24 sal bi Ş. Evran re xebitiye qala têkoşîna hevreyê xwe kir.

Azîz Koyluoglû diyar kir ku Ş. Evran ji bo raya giştî ji rastiyan agahdar bike her tim di nava têkoşînê de bû û got:

Tevî wî temenê xwe bi refleksên nûçegihanekî 20 salî nûçe dişopandin û nûçe dinivîsand.

Azîz Koylugolu: Ew ne tenê rojnamager bû şoreşgerekî mezin bû jî

Koyluoglû anî ziman ku Seyîd Evran ji kevneşopiyeke mezin a têkoşînê tê û ev wiha domand:

“Serpêhatiya wî ya rojnamegeriyê bi çapemeniya azad dest pê kir û bi çapemeniya azad bi dawî bû.

Seyîd ne tenê rojnameger bû, di heman demê de şoreşger bû, hevalekî ku taybetmendiyên şoreşgerî di cewherê xwe de dihewand bû.

Azîz Koylugolu: Di destpêka şoreşê de li Rojava rojnamegerî dikir

Bi domdarî rojnamevan Koyluoglû qala rista Seyîd Evran a di şoreşa Rojava de kir û ev tişt anî ziman:

“Ji sala 2012’an û vir ve di destpêka şoreşê de li Rojava rojnamegerî dikir.

Li her derê geriya. Seyîd nûçegihanê şer bû.

Li hemû qadên şer ên Şoreşa Rojava, li Heleb, Efrîn, Kobanê, li Minbic, Reqa, Qamişlo, Hesekê bajarekî ku lê nexebitîbû nebû.

Heval Seyîd rastiya şer bi zimanê herî zelal vedigot.

Azîz Koylugolu: Em ê heta dawiyê li pey têkoşîna hevrê Seyîd Evran bimeşin

Rojnameger Azîz Koyluoglû da zanîn ku ew ê heta dawiyê li pey têkoşîna hevrê Seyîd Evran bimeşin û wiha bi dawî kir:

Ji bo dewamkirina vê mîrateyê, mezinkirina wê û belavkirina wê mîrateyek ji me re hişt.

Yek ji mîrateyên sereke yên heval Seyîd dewamkirina têkoşîna şehîdan bû. Ev dê ji bo me jî wisa be.

Fehîm Işik hevreyê xwe bi nivîsekê vegot ‘Em ê Seyîd ji bîr nekin’

Rojnameger Fehîm Işik jî kedkarê Çapemeniya Azad Seyîd Evran bi nivîsekê vegot.

Fehîm Işik, di nivîsa xwe ya bi sernavê “Em ê Seyît ji bîr nekin” de ev tişt anî ziman:

Me, neferekî têkoşînê, şexsiyetekî çapemeniya kurd, Seyît Evran winda kir.

Seyît, yek ji wan mirovan e ku dê gelek tişt li ser bên nivîsandin.

Di wê bîr û baweriyê de me ku dê gelek rêhevalên wî, gelek dostên wî derheqê wî de binivîsin.

Fehîm Işik: Kesekî şerker bû; îman kiribû ku serkeftin dê bi şerkirinê bibe

Işik destnîşan kir ku Ş. Seyîd Evran yek ji mezintirîn kedkarên têkoşîna azadiyê bû û got:

Kesekî şerker bû; îman kiribû ku serkeftin dê bi şerkirinê bibe.

Ya herî girîng jî ew e ku yek carê paşvegav neavêt û bi qasî misqalê dev ji baweriya xwe berneda.

Fehîm Işik: Mîrateya Ş.Evran wê tim di bîrewerî û têkoşîna me de bijî

Rojnameger Fehîm Işik di dawiyê de anî ziman mîrateya Ş. Evran wê tim di bîrewerî û têkoşîna wan de her bijî”

Back to top button